• Thursday, 12 February 2026
logo

Wezîrê Peşmerge pêşwazî li Konsulê giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê yê berê kir

Gulan Media September 3, 2024 Nûçe
Wezîrê Peşmerge pêşwazî li Konsulê giştî yê Almanya li Herêma Kurdistanê yê berê kir

Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê yê berê Klaus Streicher dibêje, “Wezareta Pêşmerge ji bo piroseya çaksaziyê û yekkirina hêzên Pêşmergeyan gelek pêngavên baş avêtine.” Tevî wê yekê jî, berdewamiya piştevaniya welatê xwe ji bo hêza Pêşmergeyan tekez kir.

Wezareta Pêşmerge ragehand, “Weîzrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê yê berê Klaus Streicher kir, ku bi helkefta bidawîhatina erkê xwe û bi merema xatirxwastinê serdana Wezareta Pêşmerge kir.”

Li dû wê ragehandinê, di wê hevdîtinê de ku Wekîlê Wezareta Pêşmerge Ebdilxaliq Babîrî jî tê de amade bûbû, Wezîrê Pêşmerge spasiya bizav û pêngavên Konsulê Almanyayê di dema erkê wî de li Herêma Kurdistanê kir, herwesa ragehand, “Em pişgirî û piştevaniya gel û hikûmeta Almanyayê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û taybet ji bo Wezareta Pêşmerge bilind dinirxînin. Em hêvîdar in peywendiyên me berdewam bin û zêdetir hevahengî di navbera me de çê bibe.”

Li beranberî wê yekê jî, Konsulê Giştî yê Almanyayê dilxweşiya xwe ji bo dema erkê xwe li Herêma Kurdistanê diyar kir û ragehand, “Wezareta Pêşmerge ji bo piroseya çaksaziyê û yekkirina hêzên Pêşmergeyan gelek pêngavên baş avêtine”. Herwesa navbirî zêdetir piştevanî û hevahengiyên welatê xwe ji bo Wezareta Pêşmerge tekez kirin.

 

Basnews

Top