• Thursday, 12 February 2026
logo

Arî Harsîn: Mesrûr Barzanî endazyarê çaksaziyê ye û li dijî berjewendiyên komek xelkê gendelkar rawestiya ye

Gulan Media September 3, 2024 Nûçe
Arî Harsîn: Mesrûr Barzanî endazyarê çaksaziyê ye û li dijî berjewendiyên komek xelkê gendelkar rawestiya ye

 Îro 2.09.2024, berpirsê beşa 4 li Silêmaniyê ya Partiya Demokrat a Kurdistan Arî Hersîn ji rojnamevanan re ragehand ku Mesrûr Barzanî endazyarê çaksaziyê ye û li dijî berjewendiyên komek xelkê gendelkar rawestiya ye, ku ew nîgeranin ji ber wê çaksaziyê û nikarin jî berevaniyê li xwe bikin, ji ber ku gel gendeliyên wan dizanin.

Herwaha ragehand, ku eger kesek bixwaze çaksaziyê bike û amade nebe dilê gendelkaran bişkîne, nikare çaksaziyê bike û dê binbikeve; lê wekî ku bi xwe got: “Cudabûna Mesrûr Barzanî li gel xelkê din de, eveye ku amadeye dilê gendelkaran bihêle, eger dinav PDKê de be heta kesekî nêzîkî wî bi xwe jî be, ji bo çaksaziyê ku erkekî wijdanî û niştimanî yê pîroze, amadeye dilê gendelkaran bişkêne û bihêle.”

Arî Hersîn li ser kabîneya pêşerojê a Hikûmeta Herêma Kurdistan got, “Bê guman dê Mesrûr Barzanî bibe serokê kabîneya dehemîn a Hikûmeta pêşerojê ya Herêma Kurdistanê.”

Hersîn di derbarê bertek û probagandayên hilbijartinê de got, “Ya ku di nav PDK û YNKê de tê kirin, şerekî zimaniye û ew jî di tevahiya Cîhanê de heye, me ew rewş jî li ber çav girtiye, ku em ne dewletin.”

 Arî Hersîn di beşeke din ya axaftina xwe de, bi tundî bersiva berpirsê encûmena bilind a YNKê Cehfer Şêx Mistefa da û got, ku temaşe bikî, Cefer Şêx Mistefa Cîgirê duyem ê Serokê Herêma Kurdistanê ye bi neheqî êrişî hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.

Herwaha got: “Cehfer Şêx Mistefa bixwe, karwanê wesayitên wî û pasewanên wî jî bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçe û benzîna wan jî tê dabîn kirin.”

Arî Hersîn pirsek ji Cehfer Şêx Mistefa dike û dibêje: “Bi çi heqekî tif dike wê kaniyê ku avê jê vedixwe?”

Arî Hersîn berê axaftinên xwe li Cehfer Şêx Mistefa kir û bi tundî bersiva wî da û got: “Ji bo min ecêb tê ku Cehfer Şêx Mistefa ku cîgirê duyem yê serokê Herêma Kurdistanê ye hindek axaftin li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye, ku ji bo min gelek ecêb bû û yekem care ku ez guh didim axaftinên bi wî rengî, ku benzîna wesayîtên wî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wî dabîn dike, ku xwedê dizane ka çend wesayîtin, ew zîrevanên wî yê heyî  Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyên wan dide, ew nanê ku dixwe Hikûmeta Herêma Kurdistanê didê û niha bi çi heqekî ku em berbi hilbijartinê ve diçin, tif dike wê kaniya ku avê jê divexwe?”

 

Basnews

Top