• Thursday, 12 February 2026
logo

Aliyên Kurdî li Bexdayê civiyan

Gulan Media September 2, 2024 Nûçe
Aliyên Kurdî li Bexdayê civiyan

Di civînê de giftûgo derbarê yekdengiya Kurd de hatiye kirin.

Duhê li Bexdayê di navbera Serokkomar, wezîrên Kurd û Serokê firakisiyonên Kurdistanî yên li Bexdayê civînek hate lidarxistin.

Di civînê de giftûgo derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi taybetî kêşeyên taybet bi bûdce û mûçeyê hatiye kirin û aliyên Kurdî tekez li ser vê yekê kirine ku, lazime bo çareser kirina wan kêşeyan aliyên Kurdî li Bexdayê bihevre bixebitin û yek deng û yek  helwest bin.

Her derbarê naveroka vê civînê de Cîgirê Serokê parlementoya Îraqê Şaxewan Ebdulah jî ragihand ku, armanc ji civîna han bo ava kirin û  bihêztir kiriye yekîtiya aliyên Kurdî li Bexdayêye.
 

Top