• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Mîr û Civata Ruhanî ya Êzidiyan kir

Gulan Media September 2, 2024 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Mîr û Civata Ruhanî ya Êzidiyan kir

Serok Barzanî pêşwaziya Mîr û Civata Ruhanî ya Êzidiyan û hejmareke Êzidiyan kir û bi wan re civiya. Mîrê Êzidiyan jî bi navê Êzidiyan spasiya Serok Barzanî kir û çend daxwaziyên Êzidiyan gehande Serok Barzanî.

Şandeke Êzidiyan bi serperiştiya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg û Civata Ruhanî ya Êzidiyan bi hejmareke Êzidiyan re îro 01.09.2024 seredana Serok Barzanî kir.

Serok Barzanî ji aliyê xwe ve pêşwaziya wê şandê kir û ji nêz ve haydarî rewşa Êzidiyan bû.

Serok Barzanî herwesa ji wê şandê re got, “Êzidî pêkhateyeke resen a Kurdistanê ne û em dê herdem piştevanên Êzidiyan û hemî pêkhateyên din bin.”

Serok Barzanî herwesa di pareke din a gotinên xwe de got, “Kurdistan cih û welatê hemî pêkhateyên olî û neteweyî ye.”

Mîrê Êzidiyan jî ji aliyê xwe ve bi navê Êzidiyan spasiya Serok Barzanî kir û çend daxwaziyên Êzidiyan gehandin wî.

 

Basnews

Top