Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nameyeke serxwaşiyê belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 01.09.2024 di nameyekî de ji ber koça dawiyê ya Pêşmerge û têkoşerê navdar Ferîq Elî Osman Mêrgesorî, serexweşî li malbata wî kir û hevxemiya xwe jê re diyar kir.
Naveroka nameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan:
Ji ber koça dawiyê ya Pêşmerge û têkoşerê navdar Ferîq Elî Osman Mêrgesorî, ez ji dil serexweşiyê li malbata wî ya rêzdar û xebatker dikim û ez hevxemê wan im.
Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bi hemiyan bide.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
