Bi fermana Mesrûr Barzanî 300 milyon dînar ji bo nûjenkirina çend dibistanên Koye tê dabîn kirin
Wezîrê Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve 300 milyon dînar ji bo nûjenkirina çend dibistanên Koye tê dabîn kirin.
Îro 01.09.2024ê Wezîrê Perwerde yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Alan Hemeseîd ragehand: ‘’Îro bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 300 milyon dînar pareyê next ji bo nûjenkirina çend dibistanên qeza Koye hate dabîn kirin.’’
Wezîrê Perwerdeyê diyar kir vê heftiyê de dê dest bi proseya nûjenkirina dibistanan bê kirin.
Basnews
