• Thursday, 12 February 2026
logo

Borrell: Me bi Fîdan re danûstandin li ser alingariyan kirin

Gulan Media August 30, 2024 Nûçe
Borrell: Me bi Fîdan re danûstandin li ser alingariyan kirin

Bêhnvedana havînê ya dezgehên Yekîtiya Ewropayê bidawî hat û Wezîrê Derve û Wezîrê Bergiriyê yên Yekîtiya Ewropayê civîna xwe ya yekê li Birûkselê kir.

Wezîrê Derve û Wezîrê Bergiriyê yên Yekîtiya Ewropayê piştî bidawîhatina Bêhnvedana havînê ya dezgehên Yekîtiya Ewropayê civîna xwe ya yekê li Birûkselê kir.

Ji bo cara yekê piştî borîna pênc salan Tirkiye bi rêya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ji bo wê civînê hat vexwandin.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell di bersiva pirsyareke peyamnêrê K24ê Barzan Hesen de got, “Di wê civînê de behsa hemî wan faîlan hatiye kirin, ên ku giring e di navbera me her du aliyan de hebin, xasma ji aliyê cografî ve.”

Joseph Borrell amaje jî da, “Danûstandin li ser wan alingariyan hatine kirin ên ku rûbirûyî navbera me her du aliyan dibin û bandor li ser me her du aliyan heye, xasma jî seqamgiriya deverê.”

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de eşkere jî kir, “Me di civîna xwe de zêdetir bal kêşa ser arêşeya Qubrisê û çarekirina wê bi Tirkiyeyê re.”

 

K24

Top