• Thursday, 12 February 2026
logo

Hevkariyên Almanyayê bo hêzên pêşmerge berdewam dibin

Gulan Media August 29, 2024 Nûçe
Hevkariyên Almanyayê bo hêzên    pêşmerge berdewam dibin

Fermandarê hêzên Almanî serdana wezareta pêşmerge kiriye.

Li gor daxuyaniyeke wezareta pêşmerge, Fermandarê hêzên leşkerî yên Almanî li herêma Kurdistanê Jeneral Lars Persikowski re civiyaye.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa leşkerî ya li deverê, metirsiyên terorê, prosesa reformên nava hêzên pêşmerge hatiye kirin.

Her di heman civînê de giftûgo derbarê hevkariyên Almanyayê yên bo hêzên pêşmerge hatiye kirin û Fermandarê Almanî tekez li ser berdewam bûna piştîvaniyên locistîkî û tendirostî bo hêzên pêşmerge kiriye.

 

Top