• Thursday, 12 February 2026
logo

Mihemed Cevad Zerîf: Ezê di posta cîgirê serokomarê Îranê bo karûbarên stratejîk berdewam bim

Gulan Media August 29, 2024 Nûçe
Mihemed Cevad Zerîf: Ezê di posta cîgirê serokomarê Îranê bo karûbarên stratejîk berdewam bim

Mihemed Cevad Zerîf, lêvebûna xwe ya destjikar kêşana ji posta cîgirê Serokomarê Îranê bo karûbarê stratejî ragehand û got, ku dê li ser karên xwe berdewam be.

Mihemed Cevad Zerîf Wezîrê berê yê derve yê Îranê îro 28.08.2024, li ser hejmara xwe ya tora civakî Xê ragehandiye ku Piştî nirxandina ji rewşa wî, îstifa xwe paşve kişandiye.

M.hemed Cevad Zerîf, ku cîgirê serokomarê Îranê bo karûbarên stratejîk kar dikir, vê mehê dest ji kar berdaye û ragehand: “Ez dizivirim ser karê xwe yê berê û daxwaza lêborînê ji gelê Îranê dixwazim.

Li gor wê ku hatiye belav kirin, Zerîf, beşdarî civîna yekem ya Hikûmeta Îranê kiriye, ku Rêberê Bilind yê Îranê Elî Xamineyî serokatiya wê kiriye.

 

Basnews

Top