• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xelatên darayî dibexişe werzişvanên yekem

Gulan Media August 29, 2024 Nûçe
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê xelatên darayî dibexişe werzişvanên yekem

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî razemendî da, ku xelatên darayî yên herdemî ji bo yane û şampiyonên ku di xul û pêşbirkên navxweyî û biyanî de pileyên yekem bidest bixin bê dayîn.

Rêveberiya Giştî ya Werzîşê ya Kurdistanê ragihand, wan bi rêya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan re, daxwaza xelatkirina tîm û werizişvanên serkeftî kirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî razî bû xelatên darayî pêşkêşî werzişvan û tîmên serkeftî bê kirin.

Li gorî daxuyaniyê, ji niha û pê de, tîm, yane û werzişvanê li ser asta xulên navxweyî, Iraqî, Asya û cîhanê nasnavan yan jî pileyên yekem, duyem û sêyem werbigirin, dê xelatên darayî werbigirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Li ser navê werzişvanên Kurdistanê, em spasiya rêzdar Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û birêz Dr. Omîd Sabah, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran bikin ku ter tim piştevaniya werzişvan û tevgera werzişî ya Kurdistanê kirine.”

 

K24

Top