• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Perwêzxanê 17 kes birîndar bûn

Gulan Media August 27, 2024 Nûçe
Li Perwêzxanê 17 kes birîndar bûn

Tankereke sûtemeniyê duhê bişev teqiya bû.

Li gor daxuyaniya îdareya serbixwe ya Gerimiyanê di encama teqîn û şewata duhê ya tankereke sûtemeniyê li deriyê sînorî ya Perwêzxanê, kesek ku, Ajovanê tankerê bûye canê xwe ji dest daye û 17 kesên din jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, 12 ji birîndaran xelkê medenîne ku, di dema bûyerê de hewl dane agirê vemirînin û 3 ji birîndarên din jî endamên hêzên asayîş û hawarhatinêne û karmendekî tendirostiyê jî di bûyerê de birîndar bûye.

 

Top