Serokwezîrê Iraqê ji bo serdaneke fermî ber bi Misir û Tûnisê birêket
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro 27.08.2024ê ji bo serdaneke fermî ber bi Misir û Tûnisê birêket.
Ofîsa Ragehandinê ya Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekî kurt de ragehand, serdana Sûdanî ji bo her du komarên Misir û Tûnisê serdaneke fermî ye, bê ku çi hûrgiliyek li ser wê serdanê bide.
Wezîrê Derve yê Tûnisê Nebîl Emar roja 11ê Gulana îsal bi serokatiya şandeke welatê xwe serdana Bexdayê kiribû û tevlî 17 korsên lijneya karê hevpar a Iraq - Tûnisê bûbû, ku ji bo sê rojan civîn li Bexdayê berdewam bibûn û 18 protokolên hevfêmkirinê di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Tûnisê de hatibûn îmzakirin.
Di çarçoveya wê civînê de, Wezîrê Derve yê Tûnisê nameya vexwandinê ya Serokkomarê Tûnisê Qeys Sieyd û Serokwezîrê Tûnisê Ehmed Heşanî gehandibû Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ji bo ku serdana welatê wî bike.
Herwaha Serokwezîrê Iraqê li nîva Hezîrana sala borî serdana Qahîreyê kiribû û bi Serokwezîrê Misirê Mistefa Medbûlî re 11 protokolên hevfêmkirinê îmza kiribûn, ku sektora bankayan, projeyên navîn û biçûk, ên bazirganî û pîşesazî, pêşxistina şiyanên diplomatî û sektora geştyariyê û çend warên din li xwe digirt.
Basnews
