Siûdiye hevkariyên tendirostî pêşkêşî Kurdistanê kir
5 ton hevkariyên tendirostî hatin radestkirin.
Wezîrê tendirostî yê hikûmeta herêma Kurdistanê Saman Berzencî ragihand ku, hikûmeta Siûdiyeyê di çarçoveya hevkariyên xwe yên salane de bi qasî 500 hezar dolar, 5 ton derman û pêdiviyên tendirostî radestî hikûmeta herêma Kurdistanê kiriye.
Ji aliyê xwe ve birêveberê ajansa hevkariyên şah Selman jî ragihand ku, vê hevkariyên tendirostî yên Siûdiyeyê bo herêma Kurdistanê berdewam bin.
