• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Mereşê erd disa hejiya

Gulan Media August 24, 2024 Nûçe
Li Mereşê erd   disa hejiya

 Li navçeya Goksûnê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,0 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhejê saet 14:59an rû daye.

Li gorî agahiyên AFADê, kûrahiya erdhejê jî 7,05 kîlometre bûye.

Rayedarên bajêr heta niha li ser erdhejê ti daxuyanî nedaye.

Top