Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nameyeke sersaxiyê belav kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nameyeke serxweşiyê arasteyî Qaymeqamê Zaxo Mişîr Mihemed Beşîr kir.
Îro 22.08.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di nameyeke sersaxiyê de ku arasteyî Qaymeqamê bajarê Zaxo Mişîr Mihemed Beşîr kiriye de ragehand: “Ez ji ber koça dawî ya bavê we, sersaxiyê ji we û malbata we re dixwazim û şirîkê xema we me.”
Serokê Hikûmetê herwaha dibêje, “Xwedê mezin canê wî bi biheştê şa bike û sebir û aramiyê bi we bibexşe.”
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
22.08.2024
