• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Zap-Avaşînê leşkerek hat kuştin

Gulan Media August 21, 2024 Nûçe
Li Zap-Avaşînê leşkerek      hat kuştin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li herêma Zap, Metîna û Avaşînê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, çawîşê pispor ê bi navê Muhammed Emin Onk 3yê Tebaxê li herêma “Operasyona Pence-Kilîdê” di encama teqîna bombeyeke ku ji aliyê gerîlayên PKKyê ve hatibû çandin birîndar bûye.

Wezaretê da zanîn ku Muhammed Emin Onk îro li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin miriye.

"Operasyona Pence-Kilîdê"

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

 

Rudaw

Top