• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê Eniya Tirkmenî: Dadgeha Federalî giliya me ya sereke red nekiriye

Gulan Media August 21, 2024 Nûçe
Serokê Eniya Tirkmenî: Dadgeha Federalî giliya me ya sereke red nekiriye

Serokê Eniya Tirkmenî ew gotegotane red kiriye ku dibêjin Dadgeha Federalî ya Iraqê girliya wan red kiriye.

Serokê Eniya Tikmenî Hesen Toran, di civîneke konferansî de ku di pêgeha xwe li tora civakî a Fecbookê de belav kiriye, ku baweriya wan bi bêalîbûna desthilata dadweriya Iraqê heye, lê “di civîna li hotêla Reşîd de binpêkirina yasayê hatiye kirin û civîn bêyî amadebûna serokê temen bi rêve çûye û endam jî bi fermî nehatin agahdarkirin.

Herwaha diyar kiriye ku madeya 13 li yasaya hilbijartinan de tekez kiriye ku divê hemû pêkhate nûnertiya wan li hikûmeta xwecihî de hebe.

Hesen Toran rexneyên tund li serokomarê Iraqê kir û ragehand, ku ew biryara komarî a ji bo damezrandina parêzgariya Kerkûkê hat derxistin, di dîroka proseya siyasî a Iraqê de biryara herî bilez bû.

Toran di derbarê gotegotên çapemeniyên YNK û Milîs û Ereb û hevpeymanên YNKê ku dibêjin Dadgeha Federalî giliya Tirkmenan red kiriye de ragehand: “Biryara Dadgeha Federalî bi mijara fermana Salarî ve girêdayî ye, lê giliya eslî hê jî berdewame. Em rêzê li biryar û şiroveyên Dadgeha Federalî digirin û giliya me hêj li dadgehê ye û em ti carî ji daxwazên mafên gelê xwe tawîz nadin.”

 

 

Basnews

Top