• Thursday, 12 February 2026
logo

Alina Romanowski: Sererastkiirna yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê dê mafên jin û zarokan tengtir û sînordar bike

Gulan Media August 21, 2024 Nûçe
Alina Romanowski: Sererastkiirna yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê dê mafên jin û zarokan tengtir û sînordar bike

Balyoza Amerîka li Iraqê helwesta welatê xwe li ser sererastkirina yasaya kesayetî li Iraqê ragihand û got, “Em nîgeran in li ser pêşnûmeyên ku hatine kirin bo yasaya rewşa kesî ya Iraqê, ku evane dikarin bibin sedem tengkirin û sînordar kirina mafên jin û zarokan.”

Êvara îro 20.08.2024, Balyoza Amerîka li Iraqê Alian Romanowski li ser malpera xwe ya tora civakî (X) ragihand: “Em di derbarê wê sererastkirina pêşnûmeya ji bo yasaya barê kesî li Iraqê de nîgeranin.”

Balyoza Amerîkî diyar dike ku ev dikarin mafên jin û zarokan bisînor bikin. Em bang li Iraqiyan dikin ku ber bi diyalogeke sivîl ve biçin ku bi tevahî rêzê li azadiya ol û ramanê û mafên jin û zarokan bigire.

Ji aliyê çend parlamenterekî Iraqê ve, sererastkirinek hatiye pêşkêşkirin, ji bo ku barê kesî ya Iraqê bê vekirin, li sererastkirinan hatiye daxwaz kirin ku di dema cewacê de mezheb werin diyar kirin, herwaha di dema telaqdayînê de, dînê mêr li ser jinê tê ferzkirin û di temenê 9 saliyê de rê ji bo zewackirinê tê dayîn, li gel wê jî di dema cudabûnê de zarok di temenê 2 saliyê de ji dayîkê tê girtin û ji bo bav tê dayîn.

Ev sererastkirin tenê li parlamentoyê xwedina yekem bo hatiye kirin, li gel wê jî beşeke jinan li Iraqê li dijî wê sererastkirinê xwepêşandan kirine û li dijî wê ne ku ew yasa were sererast kirin, lê çarçoveya hemahengiya Şîeyan li ser sererastkirina wê yasayê bi israre.

 

Basnews

Top