Milîsên Heşdî Şeibî li Bexdayê hejmarek kes bi giranî birîndar kirin û gule berdan polîs
Hejmarek rûniştvanên navçeya Cadriye ya Bexda ya paytexta Iraqê daxwaz ji serokwezîrê Iraqê kirin, lêpirsîn û lêkolînên li gel kesê serê ango berpirsê bi navê Şibil Zeydî yê yek ji berpirsên Heşdî Şeibî bike ku êrîş kiriye ser hejmarek kesan û ew bi giranî jî birîndar kirine.
Hejmarek wan kesên ku zor li wan hatiye kirin û hatine birîndar kirin ji aliye sekretere giştî yê Ketayîb Îmam Elî ya ser bi Heşdî Şeibî Şibil Zîdî ve zor li wan hatiye kirin û dîmeneke vîdeoyî li pêş nexwaşxaneyekî Bexdayê belav kirin ku piştî li nexwaşxaneyê çareserî wergirtine ew wêne kêşane. Kesekî bi temen di nav wê girseyê de ragehand, em li pêş nexwaşxaneya Şêx Zaydîn a Bexdayê ne, milîsên Heşdî Şeibî zor li wan kesane kiriye û herwaha li wan dane û telefonên wan şikandine, ku ev kesane bê desthilat in. Herwaha her wan çekdarane ku li wan kesane dane, gule berdane polis jî, ji ber wê divê lêpirsîn û lêkolîn li gel wan bê kirin.
Herwaha ragehand; Serokwezîrê Iraqê eger tu neye û wan kesane negrî wê demê ti heybeta dewletê namîne û dişkê. Em qebûl nakin ji ber wan yasa binpêkirine û guh nadine yasayan, ew mafya ne.
Di nav wê girseya kombûyî de jinekê jî ragehand, wan milîsane li kesûkarên me dane û me jî bangî polis kir, lê wan milîsane hesab ji bo polîsan jî nekirin.
Herwaha diyar kir; Milîsên Heşdî Şeibî derdora 30 guleyan avêtin hêzên polîs.
Li gor zanyariyan hejmarek ji milîsên Heşdî Şeibî li navçeya Cadriye ya Bexdayê xwestine dest li ser zevî û malên xelkê de bigrin. Lê ji aliye xwediyên wan zevî û erdan ve ew yek hatiye red kirin û wan jî xwestiye bi tundî li hejmarek ji wan kesan dane û piştre gule li polîs jî berdeane.
Basnews
