• Thursday, 12 February 2026
logo

Tevgera Îslamî daxwaz ji YNKê dike naveroka rêkeftina Kerkûkê ji bo raya giştî aşkera bike

Gulan Media August 20, 2024 Nûçe
Tevgera Îslamî daxwaz ji YNKê dike naveroka rêkeftina Kerkûkê ji bo raya giştî aşkera bike

Endamê Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Mamosta Hesen Berzencî behsa rêkeftina Kerkûkê dike û dibêje encamên vê rêkeftinê dê ziyanê bigehînin kurdan û daxwazê ji YNKê dike naveroka rêkeftin û peymanê ji bo raya giştî aşkera bikin.

Piştî çend aliyên erebî naveroka rêkeftina nepenî ya di navbera YNK û erebên şovenîst û milîsên Babilyon a ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê ragehandin, bertek û nîgeraniyên di astên cuda de pêşketin.

Endamê Polîtburoya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li Kerkûkê Mamosta Hesen Berzincî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Mixabin berê 250 kesên girtiyên DAIŞê ji Rakan Cibûrî re hatin teslîm kirin, ew kar bi rêkeftineke veşartî hate kirin û bê ku Wezareta Navxwe ya Kurdistan û Iraqê û Hêzên Hevpeyman agahdar bin hate kirin. Gelek caran rêkeftinên veşartî tên kirin û dûr ji prensîbên ewlehî û asayîşa netewî û sîstema dewletdariyê tê kirin û bê ku alî jê agahdarbin tên kirin.’’

Herwaha got, belavbûna navmala kurd wisa kiriye ku gelek caran rêkeftinên veşartî hebin: ‘’Mixabin ew rêkeftina li Hotêl Reşîd hate kirin li Bexdayê ji bo danîna parêzgar bû û bi veşartî hatiye kirin û ti aliyekî Kurdistanî jê agahdar nebûye. Em hêvîdarbûn bi awayekî şefaf û zelal ji bo raya giştî hatiba belav kirin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Xuya dike milmilaneya hêzên mezin tehekûmê li Kerkûkê bike, ji ber tişta li Kerkûkê heye beşek ji wê peywendiya wê bi dewletên cîran ve heye û beşek jî peywendiya wê bi navxweyî Iraqê ve hye û peywendiya xwe bi partiyan ve heye. Eger me bi 7 kursiyan ve danûstandin û rûniştin kiriba li gel aliyan ewqas peywir ji dest nedihate dayîn li Kerkûkê.’’

Herwaha got pêkhateya kur dli Kerkûkê gelek zerer kiriye; ‘’Rêjeya kurd din av saziyên Kerkûkê de sedî 17 ye lê ya Tirkmenan sedî 30 e û ereb zêdetir ji sedî 50 ye. Kurdan ziyaneke mezin dîtine ji vê rêkeftinê jî ziyaneke mezin geheştiye wan, peywirên giring û hemû cîhên giring ji dest dane.’’

Berpirsê Tevgera Îslamî got: ‘’Wek kurd li Kerkûkê me ezmûnên tal li gel rêkeftinan heye. Di 16ê cotmeha 2017ê de rêkeftin hate kirin û behsa çend xalekan dikirin, lê hemû bûn mijarên sosyal medyayê lê di rastiyê de çi tiştek me bidest nexist. Ev rêkeftine jî bi heman awayî hegemona welatane û ew welatane rê nadin rêkeftin bê aşkera kirin, xwedê dizanê çi tiştek di wan rêkeftinan de heye?’’

 

Basnews

Top