• Thursday, 12 February 2026
logo

Fermandarekî DAIŞê li Efrînê ji aliyê îstixbarata Tirkiyeyê ve hat girtin.

Gulan Media August 19, 2024 Nûçe
Fermandarekî DAIŞê li  Efrînê ji aliyê îstixbarata Tirkiyeyê ve hat girtin.

Fermandarekî DAIŞê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê îstixbarata Tirkiyeyê ve hat girtin.

Mafnas û çalakvanê ji Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku MÎTê çekdarê bi navê Hanî Yaqûb El-Ezzawî ku wekî Ebû Yaqûb dihate naskirin, girt.

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Ebû Yaqûb xelkê Dêrezorê ye û destê wî di kuştina medyakarekî de hebû ku li bajarê Babê berî salekê hatibû kuştin.

Li gorî heman zanyariyên Şêxo, li gundê Kefer Şîlê yê Efrînê, Ebû Yaqûb fermandarê mefrezeyeke DAIŞê bû, hejmara endamên wê mefrezeyê 5 kes in.

Berê jî Îbrahîm Şêxo û Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn – Sûriyeyê ragihandibû ku mefrezeyeke DAIŞê, ji 5 endaman, li gundê Kefer Şîlê heye, bi fermandariya Ebû Yaqûb e.   

Top