• Thursday, 12 February 2026
logo

Ji çalakvanên siyasî bo YNKê: Tirsandin nebe xelkê Silêmaniyê jî dixwaze PDK li herêmên wan rêveberiyê bike

Gulan Media August 17, 2024 Nûçe
Ji çalakvanên siyasî bo YNKê: Tirsandin nebe xelkê Silêmaniyê jî dixwaze PDK li herêmên wan rêveberiyê bike

Çalakvanên siyasî li Hewlêrê radigehînin ku tirs û xof û çavtirsandin nebe, demekî dirêje xelkê Silêmaniyê daxwazê dikin ku PDK wek Hewlêrê herêmên wan jî birêve bibe.

Demeke berpirsên YNKê ji bo bala xelkê belav bikin û xwefiroşî û tewanên çekdarên xwe yên tewanbar li hember xelkê Silêmaniyê berovajî bikin, bangeşeya wê yekê dikin ku qaşo Hewlêrê dê paşde vergirin, lê çalakvanên siyasî bi henek behsa wê bangeşeya YNKê dikin û radigehînin ku Hewlêr cîhê pîkabdizan nîne.

Yek ji çalakvanên siyasî yê bi navê Soran Xakî di tora xwe ya civakî facebookê de dibêje: ‘’Tirs û xof û çavtirsandin nebe, xelkê Silêmaniyê demeke daxwaz dikin ku wek Hewlêrê PDK herêmên wan birêve bibe, xelk jî biryardarê serekî ye, dizane kî dikare xwedî derketinê li bajarê wan bike û bajar radestî kî bikin.’’

Herwaha got: ‘’Hewlêrî zû pê hesiyan û nehiştin bajarê wan wek Silêmanî û Kerkûkê lê bê, ji ber wê jî 31ê Tebaxê de biryar dan ku Hewlêr radestî PDKê kirin û bi wî awayî bajarê wan bû navendekî giring ê cîhan û navçeyê.’’

Ji aliyekî din ve çalakvaneke din ê siyasî Niyaz Hacî jî di tora xwe ya civakî facebookê de dibêje: ‘’Hûn carê herin qirêjî û şêlava Kerkûkê bixwin ku we çawa li ser sifreya zêrîn ve pêşkeşî Qeys Xez Elî û ereban kir, êdî bi xiyanetê be yan bi firotina li Hotêl Reşîd be.’’

Herwaha dibêje: ‘’Hêwlêr cîhê mafyayên berçavkê wan reş û serseriyan nîne. Hewlêr ji 31ê Tebaxa 1996ê ve serserî û pîkabdiz ji nav xwe derxistin. Ji ber ku Hewlêr serşoriyê qebûl nake.’’

Niyaz Hacî ji YNKê re dibêje: ‘’Hewlêr hemû tiştekî qebûl bike, cehşên wekî we rezîl û serseriyan qebûl nake. Em di xema Silêmaniyê de ne û dengê azadiyê têde nemaye, her rojê beredayiyek û serseriyek ciwanekî şehîd dike û bazirganek lê tê revandin.’’

 

Basnews

Top