• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî: PDK ji bo azadkirina gelê Kurd û xizmetkirina gelê Kurd hatiye damezrandin

Gulan Media August 17, 2024 Nûçe
Serok Barzanî: PDK ji bo azadkirina gelê Kurd û xizmetkirina gelê Kurd hatiye damezrandin

Serok Barzanî bi boneya 78emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, peyamek belav kir.

Di peyama Serok Barzanî de waha hatiye gotin: “Ez bi hatina salvegera 78emîn ya PDKê pîrozbahiyê li tevahiya kadir û hemû çîn û pêkhateyên Kurdistanê dikim û hêviya serbilindî û xweşiyê ji wan re dixwazim.”

Herwaha amaje bi wê jî kiriye: “Damezrandina PDKê di 16ê Tebaxê a di 1946an de bi rêbertiya Barzaniyê nemir zerûretekî dîrokî bû ji bo dirêjîdana xebat û berxwadana gelê kurd di wan demên zehmet yên ku hemû hewla neyar û dagirkerên Kurdistanê ew bû şoreş û azadîxwaziya gelê Kurdistanê ji nav bibin û bitefînin.

PDK ji roja damezrandina xwe ve di destê gelê Kurd de ji bo bidestxistina armancên xwe yên demokratîk, netewî û etnîkî emrazek bû ye.”

Seroka Barzanî herwaha ragehand: “Ez di 78emîn salvegera damezrandina PDKê de tekezî li wê dikim, ku PDK ji bo rêzgar kirina gelê Kurdistan û xizmetkirina gelê Kurdistanê hatiye ava kirin, ji bo wê hatiye avakirin ku gelê Kurdistanê serfiraz bin û doza rewa ya gelê Kurdistan herdem parastî û bihêz be. Ji ber wê divê hemû partî di asta mezinahiya dîrok û qurbanîdana hizbên xwe û xwîna Şahîdan de bin û erkê xwe bi awayekî herî baş encam bidin ku xizmetkirin û bihêz kirina Kurdistanê ye. Hemû aliyek bi dost û neyarên gelê kurdistanê wê rastiyê dizanin ku PDKe çend bihêz be, ew qas jî Kurdistan bihêze.”

 

 

Basnews

Top