Leşkerekî Iraqî li cihê xwe yê kar, xwe kuşt
Leşkerekî Iraqî bi demança xwe, li cihê erkê xwe bi guleyekî dawî bi jiyana xwe anî û heta naha sedema wê bûyerê nediyare.
Roja sêşemê 13.08.2024, çavkaniyên nûçeyan yên Iraqê belav kirine ku leşkerekî Iraqê li cihê karê xwe, dawî bi jiyana xwe aniye.
Herwaha hatiye diyar kirin, ku hêzên ewlekariyê gehiştine cihê bûyerê ji bo ku lêkolînê li ser wê bûyerê bikin û sedema wê jî destnîşan bikin.
Basnews
