Li Iraqê 3 Pakîstanî bi tometa terorê hatine darvekirin
Li Iraqê 3 Pakîstanî bi tometa terorê hatine darvekirin û kesûkarên wan wê yekê red dikin û dibêjin: ‘’Ew ji bo çileyê Îmam Husên û karkirinê çûbûnê wê derê.’’
Îro 11.08.2024ê çapemeniya Iraqê belav kir ku 3 Pakîstanî ku bi armanca beşdarbûna li merasîma çileya Îmam Husên serdana Iraqê kirin û piştre çûn nav bazarê ku kar bikin.
Li gor heman nûçeyê hersê Pakîstanî hatin darvekirin, du kes ji wan kurmam û kesekî din jî li gel wan bû û kesekî nêzîkî wan jî diyar kiriye ku bi tometa terorê ew hukmê darvekirinê li ser wan hatiye cîhbicîh kirin û diyarkirine: ‘’Ew tişt neraste, ji ber ku tenê ji bo karkirinê li wê derê bûn.’’
Li gor zanyariyên çapemeniyê ew bûyer berî salek û nîvê pêkhatiye û dadgehê ew kesane, ji ber kuştina kesekî û piştre li pêş dadgehê li xwe mukirhatinê dadgehê ew ceza daye wan.
Di heyama çend heftiyên borî de hikûmeta Pakistanê ragehand: ‘’Di çend salên borî de 50 hezar Pakîstanî li Iraqê winda bûne û bêserûşûn bûne, li ser wê yekê hikûmeta Iraqê daxuyaniyek belav kir û teqez kir ku lijneyekî dê li ser wê pirsê pêkbînin.
Basnews
