Sunne dê di rojên pêş de civîneke giring pêk bînin
Di rojên bê de sunne dê civîneke giring li dar bixin û biryarê li ser kandîdekî hevbeş bo posta serokê parlamentoyê bidin û parlamenterek jî dibêje, îhtimal heye Salim Îsawî bibe berbijêrê hevbeş.
Îro 0 10.08.2024, parlamenterê Iraqê Mihemed Xalîd, di derbarê yekalîkirina posta Serokê Palrlamentoyê de ji çepemeniyên Iraqê re ragehandiye, ku di çend rojên bê de civîneke girîng di navbera Sunneyan de bê kirin û dê bê yekalîkirn.
Herwaha ronî kiriye, îhtimaleke mezine ku Salim Îsawî bibe berbijêrê hevbeş yê Sunneyan û bextê wê ji berbijêrên din zêdetire.
Herwaha ragehandiye, çarçoveya hemahengiya Şîe, piştevaniya berbijêrê hevbeş yê Sunneyan dike.
Di derbarê cîvînên giring de ewe aniye ziman, ku roja yekşem û duşemê, dê civîn bên kirin û ew pirsgirêk dê bê dawî kirin.
