• Thursday, 12 February 2026
logo

Dr. Piştîwan Sadiq: Di bingeh de peyama hemû olan peyama hevpejirandin û pêkve jiyanê ye

Gulan Media August 9, 2024 Nûçe
Dr. Piştîwan Sadiq: Di bingeh de peyama hemû olan peyama hevpejirandin û pêkve jiyanê ye

Wezîrê Ewqaf û Serokê Yekitiya Zanayan li gel Babeşêxê Êzidiyan civiyane û radigehînin, ku di civînê de tekezî li gehandina peyama aşitî û pêkvejiyan û heskirina olî ya Êzidiyan bo ola Îslam û tevahiya pêkhateyên olî yên din ên Kurdistanê hatiye kirin.

Îro pêncşemê 08.08.2024, Wezareta Ewqaf û karûbarên olî ya Hikûmeta Herêma Kurdista di hejmara xwe ya tora civakî de naveroka civîna Wezîrê Ewqaf û Serokê Ykitiya Zanayên Olî belav kiriye û diyar kiriye: “Dr. Piştîvan Sadiq wezîrê Ewqaf û karûbarê Olî li gel Serokê Yekitiya Zanayên olî yên Îslamiya Kurdistan û Babeşêxê Êzidiyan civîyaye.

Wezareta Ewqafê naveroka civînê aşkera kiriye, di civînê de tekezî li ser peyama aştî, hezkirin û jiyana hevbeş a ola Êzidî ji bo ola pîroz a Îslamê û hemû pêkhateyên olî yên din li Kurdistanê hate kirin.

Herwaha hatiye diyarkirin, ku di civînê de wezîrê ewqaf û karûbarên olî waha gotiye: “Gotinên ne xwazayî yê ti kesî li olan, bi giştî olan îfade nake, di bingeh de jî peyama hemû olan hebdû qebûlkirin û pêkvejiyane.”

Wezîrê Ewqafê herwaha ragehandiye: “Ez piştrastim ku zana û dana û kesayetiyên olî û rewşenbîr û ragehandkar û çalekvan di dema pêwîst de dikarin bi dilsozî û bi hestkirin bi berpirsiyatî rola xwe ya mezin bibînin.”

Di wê daxûyaniyê de behsa wê jî hatiye kirin, ku di civînê de, tekezî hatiye kirin ku pêwîste hemû bi canê berpirsiyarî li gel bûyeran de bin, ji ber ku dîroka kevin û jiyana bihev re ya hemûyan li Kurdistanê pêkve kom dike.”

 

Basnews

Top