Bi biryara Mesrûr Barzanî, ji bo 39 projeyan li Germiyanê budce tê dabîn kirin
Fermangeha Medya û Zanyarî radigehîne, ku bi fermana Mesrûr Barzanî 39 proje li Germiyanê budce ji bo wan hatiye dabînkirin û ji nûve tê aktîf kirin.
Roja pêncşemê Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hejmara xwe ya taybet Fecebookê de belav kiriye ku diyar kir, “Bi biryara Mesrûr Barzanî ji bo 39 projeyan li Germiyanê budce tê dabîn kirin û tê aktîf kirin.”
Behsa wê jî hatiye kirin ku rezamendî hatiye dayîn ku li ser veguhestina 39 projeyên îdareyên serbixwe a Germiyanê hatiye dayîn ku ji bûdceya geşepêdana navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê derbasî bûdceya weberhênanê ya wezaretên pêwendîdar bibin, daku ji nû ve dest pê bikin.
Basnews
