• Thursday, 12 February 2026
logo

Heval Ebubekir: Bİryarên Mesrûr Barzanî yên bo Silêmaniyê biryarên gelek girîngin

Gulan Media August 9, 2024 Nûçe
Heval Ebubekir: Bİryarên Mesrûr Barzanî yên bo Silêmaniyê biryarên gelek girîngin

Parêzgarê Silêmaniyê biryarên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bilind nirxand û biryarên girîng bi nav kir.

Duh pêncşemê 08.08.2024, bi fermi çend biryarên girîng ên îdarî û darayî yên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo her du parêzgehên Silêmanî û Helebce û her du îdareyên xweser ên Germiyan û Raperîn hat ragihandin.

Di vê derbarê de parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebubekir ji BasNewsê re ragehand, biryarên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryarên gelek girîngin, bi taybetî niha çi di warê dayîna desthilatan û kêmkirina wan, çi di warên dabînkirina darayî, çi di warê çareserkirina pirsgirêkên xanî û zeviyên bê tomarkirî ango bê tapû, herwaha mijarên tayîn kirina saziyan.

 Herwaha diyar kir ku ew ê destûrên ku ji wan re ji bo yekîneyên îdarî hatine dayîn bigihînin wan.

Heval Ebubekir gor, “Ji bilî wê em sipasiya serdana wî dikin, sipasiya guhdar kirin û şêwirandin û bi dûvdeçûna wî dikin.”

 

 

Basnews

Top