• Thursday, 12 February 2026
logo

Îraq hêzeke zêdetir dişîne ser sînorê Sûriyeyê

Gulan Media August 8, 2024 Nûçe
Îraq hêzeke zêdetir dişîne ser sînorê Sûriyeyê

Duhê li devera Dêra Zorê şer destpê kiribû.

Piştî destpê kirina şer û pevçûnan di navbera hêzên rejîma Sûrî û hêzên HSD li devera Dêra Zorê de, hikûmeta Îraqê jî biryar daye daku, bi mebesta parastina sînorên xwe hêzeke zêdetir ya leşkerî bişîne ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê.

Îraq eşkere kiriye ku, sînoreke dirêj ya hevbeş li gel Sûriyeyê heye lewre neçare bo parastina ewlekariya sînorên xwe hêz bişîne wan deveran.

Weke tê zanîn duhê çekdarên Ereb yên ser bi rejîmê li derdorê Dêra Zorê êrîşî ser hêzên HSD û gundên derdorê navendên leşkerî yên hêzên Amerîkî kiribûn.
 

Top