• Thursday, 12 February 2026
logo

Fermandarekî Hûsiyan li Îraqê hatiye kuştin

Gulan Media August 6, 2024 Nûçe
Fermandarekî Hûsiyan li Îraqê hatiye kuştin

Berpirsê karûbarê dronan bûye.

Li gor nûçeyeke rojnameya Washington Post, di encama êrîşa çend rojên berê yabo ser navendên komên çekdar yên heşda şebî li navçeya Cerif Nesir ya li Bexdayê, Fermandarekî mezin yê çekdarên Hûsî hatiye kuştin.

Çavkaniyê li ser zarê rayedarên ewlekariyê belav kiriye ku, ev Fermandarê Hûsiyan ku, navê xwe Husên Ebdulah Mestûr Şebele, Fermandarê  yekeya çê kirina dronan ya Hûsiyan bûye û dema li gel komeke çekdarên heşda şebî xwe amadekirine daku, êrîşî ser hêzên Amerîkî bikin, ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kuştin.

Heta niha Hûsiyan derbarê vê mijarê de ti daxuyaniyeke fermî belav nekirine.

Top