• Thursday, 12 February 2026
logo

Şandeke Amerîkî serdana Îranê kiriye

Gulan Media August 5, 2024 Nûçe
Şandeke Amerîkî serdana Îranê kiriye

Li ser daxwaza Umanê ev serdana han pêk hatiye.

Li gor rojnameya Cerîde ya Kuwaitê, piştî kuştina Serokê basikê siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê, li ser daxwaza Umanê şandeke Amerîkî bi nihênî serdana Îranê kiriye û li gel rayedarên Îranî civiyaye.

Cerîde belav kiriye ku, şanda Amerîkî yaku, li ser daxwaza Umanê çûye Tehranê ji rayedarên Îranî re gotiye bila nekevin nava lîstikên Îsraîlê jiber ku, Îsraîl dixwaze şer berfire bibe daku, rejîma Îranê hilweşîne.

Ev şanda Amerîkî ji Tirkiyeyê bi balefireke taybet çûye bajarê Kerecê û li vê bajarê di bin çavdêriya spaha pasdaran de bi qasî 2 seatan li gel rayedarên Îranî civiyaye.

Şanda Amerîkî herwiha diyar kiriye ku, haya Amerîkayê ji plana kuştina Îsmaîl Heniye nebûye û Biden ji vê pêngava Îsraîlê gelek acize.

Top