• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş a Fraksiyona Erebî û Tirkmenî ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir

Gulan Media August 5, 2024 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş a Fraksiyona Erebî û Tirkmenî ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir

 Roja 4.08.2024, li Selahedînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş a Fraksiyona Erebî û Tirkmenî ya encumena parêzgeha Kerkûkê û hejmarek parlamenter û berpirsên siyasî bi serokatiya Şêx Xemîs Xencer kir.

Di wê civînê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraq û herwaha rewşa Kerkûk û hewlên bo çareserkirina pirsgirêkên pêkanîna hikûmeta xwecihî û hilbijartinên parêzgariya Kerkûkê û diyar kirina posta rêveberiyên din yên Kerkûkê nêrîn hatin dayîn.

Herwiha di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê çareserî li ser rêzgirtina mafên hemû pêkhateyên Kerkûkê û di xizmeta parastina seqamgêrî û aramiya bajêr û xizmetkirina welatiyan û vejandina Kerkûkê di çarçoveya lihevkirina niştimanî de bin.

Top