Çekdarên PKKê keçek bi zora çek li pêş çavên dayîk û bavê wê revandin
Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragehand, grubekî bi navê Ciwanên Şoreşger ên ser bi PKKê li navçeya Şehba ya derdora Helebê keçek revandin.
Li gor daxuyaniya heman rêxistinê belav kiriye, çekdarên PKKê li navçeya Şehba keçeke bi navê Meryem Îbo ya temen 17 salî, ku xelka gundê Zeire ya nahyeya Bulbulê ye, li pêş mala wan û li ber çavên dayîk û bavê wê bi zora çek revandin û ji bo cîhekî nediyar birin û çarenivîsa wê nediyare.
Hat ragehandin, dayîk û bavê wê keçê serdana saziyên ewlehî û leşkerî yên ser bi PYDê kirine, ku tiştekî ji çarenivîsa keça xwe bizanin, lê ti mifa û sûda wê nebû û jê re gotine ti zanyariyên wan vê derbarê de tine.
Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di beyanemeyekî de ragehand, ew zarokên ji aliyê PKKê ve tên revandin, dibin bo kampên leşkerî û armanc çekdarî kirina wan zarokane.
Di vê çarçoveyê de Tora Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, roja îna borî beyanameyekî belav kir û ragehand, Ciwanên Şoreşger û HSDê 20 zarok di meha Tîrmeha borî de li navçeyên bakur û rojhilatê Sûriyê revandine û ew zarok birine bo kampên leşkerî û bi armanca çekdarî kirinê ew zarok revandine.
Basnews
