• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê cejna Çilê Havînê li Êzidiyan pîroz dike

Gulan Media August 3, 2024 Nûçe
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê cejna Çilê Havînê li Êzidiyan pîroz dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Çilê Havînê, pîrozbahiyê li Mîrê Êzidiyan û Civata Ruhanî ya Êzidiyan û hemî Êzidiyên Kurdistan, Îraq û cîhanê dike.

Tekista peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Bi helkefta cejna Çilê Havînê, ez pîrozbahiyeka germ arasteyî tevaya xûşk û birayên Êzidî yên Kurdistanê û Cîhanê, bi taybetî rêzdaran Mîrê Êzidiyan û Babe Şêx û Civata Ruhanî dikim. Ez hêvîdar im di xweşî û tenahiyê de cejnê derbaz bikin.

Bi vê helkeftê, em piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo maf û daxwaziyên xûşk û birayên Êzidî dîsa tekez dikin.

Cejna Çilê Havînê pîroz be û hertim di xweşiyê de bin.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Top