Parêzgarê nû yê Diyale hat helbijartin
Piştî heşt mehan ji hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê, Civata Parêzgeha Diyalayê peywirên serokê civatê û parêzger û cîgirên wan zelal kir.
Civata Parêzgeha Diyalayê li şeva borî, 01.08.2024 di rûniştinekê de peywirên serokê civatê û cîgirê wî û parêzger û cîgirên wî diyar kirin. Ednan Cayerî ji bo peywira parêzgerê wî bajarî hat hilbijartin û her yek ji Mistefa Talib û Xazî Feysel jî wekî cîgirên yek û du hatin hilbijartin.
Ji aliyekî din ve jî Omer Kerewî wekî Serokê Civatê û Salim Temîmî wekî Cîgirê Serokê Civata Parêzgehê hatin hilbijartin.
Diyarkirina peywirên parêzgeha Diyalayê piştî heşt mehan ji hilbijartinên civatên parêzgehên Iraqê di civîneke taybet de li hotela Reşîd a li Bexdayê birêveçû.
Civata Parêzgeha Diyalayê rûniştina xwe ya yekem ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî li roja 05ê Şibata îsal kir, lê ji ber duberekî û hevrikiyên siyasî ew rûniştin vekirî ma û aliyên siyasî heft caran ji ber nebûna nîsaba qanûnî şkestin di temamkirina wê rûniştinê de li Diyalayê anî.
