• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka fermana şandina hêzên bo deverê da

Gulan Media August 3, 2024 Nûçe
Amerîka fermana şandina hêzên bo deverê da

Balefir û keştiyên cengî bo deverê têne şandin.

Piştî kuştina Serokê basikê siyasî yê tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye li Tehranê ji aliyê Îsraîlê ve, rewşa deverê gelek aloz bûye û Îran û komên çekdar yên li deverê yên ser bi Îranê gef dikin ku, êrîşên berfire bibin ser Îsraîlê.

Di vê çarçoveyê de jî Amerîka piştîvaniya xwe bo Îsraîlê diyar kiriye û fermana şandina hêzê bo deverê daye.

Di vê çarçoveyê de wezareta berevanî ya Amerîkayê ferman daye ku, hijmareke zêde balefirên cengî û keştiyên cengî yên Amerîkî bo deverê werin şandin û li deverê de werin bicîhkirin.
 

Top