• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê herêmê û balyozê YE civiyan

Gulan Media August 3, 2024 Nûçe
Serokê herêmê û balyozê YE civiyan

Behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Îro şemî Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Yekîtiya Ewrûpayê yê li Îraqê Thomas Zeiler kir.

Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin û pêngavên dawî yên bo çareserkirina kêşeyan yên di navbera her du aliyan de jî bi girîng wesif kirin û piştîvaniya xwe jî bo domandina diyalog û hewldanên han diyar kirin.

Balyozê YE diyar kir ku, YE her cure hevkariya pêşkêşî Hewlêr û Bexdayê dike bo bihêztir kirina abûrî û afirandina derfetên kar.

Di beşeke din ya vê civîna han de nîqaş derbarê 10mîn salvegera komkujiya Êzidiyan, normal kirina rewşa Şingalê û herwiha mijara koç û koçberan jî hate kirin.

Top