Serok Barzanî: Komkujiya Şingalê birîneke li ser laşê Kurdistanê
Bo 10mîn salvegera komkujiya Şingalê peyamek belav kir.
Îro Serok Barzanî bo 10mîn salvegera komkujiya Şingalê peyamek belav kiriye ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Bi navê xwedê mezin
Genocide kirina Şingalê û tawanên terorîstên DIŞIê yên 10 sal beriya niha yên ku, dijî xuşik û birayên Êzidî hatine kirin birîneke mezinin li ser laşê Kurdistanê. Ev tawan û yên din weke vê domandina ev genocid û tawanane ku, bi dirêjahiya dîrokê li hember gelê Kurdistanê hatine kirin.
Xuşik û birayên Êzidî yên me jî jiber Kurdbûn û ola xwe ketine ber pêla kîn û hovîtiya tawanbarên DIŞIê û hatine genocdekirin.
Di 10mîn salvegera vê karesata han de silav bo rihê paqêj yê şehîdan û qurbaniyên vê tawana han dinirên û silav bo rihê wan pêşmergeyên qehreman jî dinirên ku, bo têk birina dorpêçên ser çiyayê Şingalê û azad kirina bajarê Şingalê xwîna xwe dan û serê DIŞI hov xistin ber pêk xuşik û birayên Êzidî û tola ev neheqî û zilima terorîstan stendin.
Di vê bîranîna dilsoş de tekez li ser vê yekê dikin ku, bi tevahiya karînên xwe ve piştîvaniya maf û daxwazên xuşik û birayên êzidî û şêniyên devera Şingalê dikin û lazime rêkeftina navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî ya bo normal kirina rewşa Şingalê were cîhbicîhkirin.
Lazime dawî bi vê yekê were anîn ku, aliyên din êş û azarên Êzidiyan bo mebestên siyasî bikar bînin bo xwe ferizkirin û aloztir kirina rewşa Şingalê û lazime rê bi xuşik û birayên Êzidî were dayîn daku, bi serfirazî vegerin Şingalê û di nava aştî û aramî de bijîn.
Mesûd Barzanî
3ê Tebaxa 2024
