• Thursday, 12 February 2026
logo

Li Çînê ji ber barîna zêde ya baranê 30 kes mirin, 35 kes winda ne

Gulan Media August 3, 2024 Nûçe
Li Çînê ji ber barîna zêde ya baranê 30 kes mirin, 35 kes winda ne

Li herêma navîn a Çînê di encama barana tund a ku ji ber bahoza Gaemî pêk hat de, 30 kesan jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî winda bûn. Herwaha hejmareke zêde malan jî xisar dîtin û bi gelek gundên li wê herêmêre jî pêwendî qut bûn.

Çapemeniya Dewletê ya Çînê, ragehand ku di sere vê heftê de piştî barîna baranê a zêde ku tevahiyan wî welatî xist bin bandora xwe, ji herêmên navîn yên Çînê herî kêm 30 kes mirin û 35 kes jî winda ne.

Di daxuyaniyê de hat ragehandin, “Rêya 8 navçeyên li bajarê Zîxîng ku herîzê de ji ber bahozê bandor bibûn, careke din ji bo gehandinê hat vekirin. Herwaha xetên elektirîkê bi temelî dikarin bên bikaranîn. Daneyên destpêkê mirina 30 kesan û windabûna 35 kesan dide nîşandan.”

 

Basnews

Top