• Thursday, 12 February 2026
logo

Mezlûm Ebdî bi rîspiyên Kurdan re civiya

Gulan Media August 1, 2024 Nûçe
Mezlûm Ebdî bi rîspiyên Kurdan re civiya

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rîspî û mezinên eşîrên Kurdan re civiya.

HSDyê ragihand ku Mezlûm Ebdî bi gelek nûnerên Kurd re hevdîtinek kiriye bi wan re mijarên siyasî, leşkerî û xizmetguzariyê gotûbêj kirine.

Li gorî daxuyaniyê, Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn û rihspî û mezinên eşîrên Kurd û rewşenbîrên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî beşdarî civînê bûne.

Hat zanîn ku nûnerên Kobanî, Şehba, Heleb, Amûdê, Hesekê, Sirrîn û Dirbêsiyê di civînê de cihê xwe girtiye.

Di wê hevdîtinê de mijarên girêdayî rewşa giştî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin û bi taybetî jî li ser mijarên siyasî, leşkerî, civakî û xizmetguzariyê gotûbêj hatin kirin.

Dîsa “xurtkirina aştiya civakî û hevgirtina niştimanî” mijareke girîng a hevdîtinê bû.

Li hêla din, nûnerên amadebûyî daxwaza firehkirina efûya giştî kir û wan piştgiriya xwe ya ji bo diyaloga Kurdî – Kurdî anî zimên.

 

Rudaw

Top