• Thursday, 12 February 2026
logo

Iraq ji ber girtina bergumanekî “diziya sedsalê” spasiya Wezareta Navxwe ya Kurdistanê dike

Gulan Media August 1, 2024 Nûçe
Iraq ji ber girtina bergumanekî “diziya sedsalê” spasiya Wezareta Navxwe ya Kurdistanê dike

Desteya Destpakiyê ya Iraqê girtina dizekî ragihand û spasiya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê kir ji bo alîkariya wan di girtina wî bergumanî de.

Desteya Destpakiyê bêyî ku navê wî aşkere bike, bergumanekî sereke yê “diziya sedsalê” girt û spasiya wezaretên navxwe yên Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku di girtina wî tawanbarî de alîkariya wan kirine.

Pêştir jî 4 bergumanên din ku berpirsê hikûmeta berê Mistefa Kazimî bûn, ji aliyê Dadgeha Bilind a Cezayê ve hatibûn binçavkirin.

Li gorî berpirsên Iraqî, ew berguman di vekêşana pereyên ji Dezgeha Giştî ya Bacê ve beşdar e, ku nêzîkî 2.5 milyar dolar e

Diziya ku bi “Diziya sedsalê” tê naskirin ew e, di navbera Îlona 2021 û Tebaxa 2022 de 2,5 mîlyar dolar dahata bacê hatiye dizîn.

Top