• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka: Emê berevanî û piştîvaniya Îsraîlê bikin

Gulan Media August 1, 2024 Nûçe
Amerîka: Emê berevanî û piştîvaniya Îsraîlê bikin

Dibêje eger êrîşî ser Îsraîlê were kirin Amerîka piştîvaniya Îsraîlê dike.

Derbarê kuştina Serokê basikê siyasî yê tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye de Amerîka daxuyaniyek daye.

Di vê derbarê de wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihandiye ku, eger welatek anjî aliyek jiber kuştina Heniye êrîşî ser Îsraîlê bike vê Amerîka bêgoman bersifeke dijwar bide û berevanî ji Îsraîlê bike.

Her di vê derbarê de Rêberê şoreşa Îranê dibêje tole sendina xwîna Heniye erkê wî yê oliye.

Ji aliyê xwe ve Tirkiye jî dibêje piştî kuştina Heniye vê Îsraîl aram û biewle nebe.

 

Basnews

Top