Hikûmeta Iraqê helwêstê xwe yê fermî derbarê kuştina Îsmaîl Haniye de ragehand
Hikûmeta Federal a Iraqê helwêsta xwe ya fermî derbarê kuştina Serokê Polîtburoya Tevgera Hemasê de ragehand û ew êrîş şermezar kir.
Li gor daxuyaniya ku di rojnameya El Sebah a fermî ya Iraqê de hatiye belav kirin, hikûmeta federal a Iraqê terorkirina Serokê Polîtburoya Tevgera Hemasê Îsmaîl Haniye ya li paytexta Îranê Tehranê şermezar dike, ku di encama bombebarana zalimane de pêkhat.
Herwaha hat gotin: ‘’Ev kiryare dijminane ye û binpêkirina aşkera ya yasaya navnetewî û gefxwarine li asayîş û seqamgiriya navçeyê.
Li gor heman daxuyaniyê hikûmeta federal a Iraqê hevxemiya xwe ji bo gel û rêveberiya Filîstînê ragehandiye û daxwaz ji civaka navnetewî kiriye berpirsyartiya bigre û tevdîrên pêwîst ji bo destdirêjiyên dubare dibin û binpêkirina serweriya welatan tên kirin bigre.
Hikûmeta Federal a Iraqê dibêje: ‘’Em pêbendin bi piştevanîkirina doza Filîstînê û mafên rewa ên gelê Filîstînê, ku mafê çarenivîsa xwe jî di nav de û avakirina dewletekî serbixwe ya paytexta wê Qudis be, em piştevaniyê lê dikin.’’
Îro 31.07.2024ê ber bi sibehê ve demjimêr 02:00yê Serokê Polîtburoya Tevgera Hemasê Îsmaîl Haniye li Tahran a paytexta Îranê li gel parêzvanekî xwe bû armanca mûşekekî û hatin kuştin.
Basnews
