Sadir banga boykotkirina berhemên Amerîkayê dike
Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, îro roja duşemê daxwaz ji hemwelatiyên Iraqê kir ku berhemên Amerîkî boykot bikin, herwaha tevahiya wan welatên ku alîkariya Dewleta Îsraîlê didin.
Sedir di bersiva pirsên hemwelatiyan de a di derbarê boykot kirina berhem û tiştên Amerîkayê, bi nivîseke fermî belav kiriye ku pêwîste berhem û tiştên Amerîkî û hemû ew welatên ku alîkariya Îsraîlê didin boykot bikin.
herwaha tekez kiriye ku divê ew boykot kirin bi rêyeke aştiyane be, nek rêya têkdayînê be, çend aliyekî ku hewila wê tiştê didin.
Basnews
