Wezareta Şaredariyê: Bi piştevaniya fermana Mesrûr Barzanî erd li ser fermanber û malnişînên sînorê madeya 140 tê dabeş kirin
Bi piştevaniya fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî zevî li ser fermanber û malnişînên sînorê madeya 140 a destûrê û navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dê bê dabeş kirin.
Wezareta Şaredarî û Geştûguzar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir ku îro 28.07.2024ê Wezîrê Şaredarî û Geştûguzarê Sasan Ewnî ragehand, birêz Seorkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman da û em spartin ku karên pêwîst bên kirin ji bo dayîna erd û zeviyan li ser fermanber û malnişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên helgirê karta zanyariya navçeyên madeyên 140 ên destûrê ne û derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne.
Sasan Ewnî derbarê cîhbicîhkirina biryara Serokwezîr de jî ragehand, me nivîs ji bo hemû wezareta û deste û fermangeh û saziyên hikûmeta Herêma Kurdistanê şandiye ku bi piştgiriya ferman û rezamendiya birêz cenabê Serokwezîr karên pêwîst encam bidin ji bo dayîna forma zeviyê ji fermanberan û malnişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên helgirê karta zanyariya navçeyên madeya 140 a destûrê û derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne.
Basnews
