Berpirsekî PDKê li Kerkûkê: Heftiya borî hişyariya bûyerên nayên xwestin me dabû saziyên ewlehiyê
Koordînatorê baskê 3 yê PDKê aşkera kir, ji avahiyeke bilind ve gule li binkeyê baskê 3 yê PDKê yê li Kerkûkê hatine rêşandin û dibêje; heftiyek berî naha me hişyarî dabû berpirsên ewlehiya Kerkûkê.
Şeva borî gule li binkeyê baskê 3 yê PDKê li Kerkûkê hatin rêşandin û vê derbarê de koordînatorê baskê 3 yê PDKê li Kerkûkê Aram Ehmed Maruf ji BasNewsê re ragehand: ‘’Çend rojek berî naha zanyarî geheştin me û me aliyên ewlehiya Kerkûkê agahdar kir û me dizanî ku dê li Kerkûkê tiştek pêkbê. Kerkûk ber bi qonaxeke hestyar ve diçe, ewlhiya nav bajêr nemaye, rewşek çêbûye ku metirsiyekî xirab dibe ku li gel xwe bîne.’’
Herwaha got: ‘’Ji ber ku şevên Înê bo şea Şemiyyê beşek ji berpirsên ewlehiya bajar vedigerin bo Silêmaniyê û ji ber wê jî dikin derfet û şeva borî demjimêr 01:50ê gule li binkeyê baskê 3 berdan û nobedarên binkeyê jî bersiv dan.’’
Berpirsê PDKê got, piştî bûyerê hêzên ewlehiya Kerkûkê geheştin baskê 3 yê PDKê û piştre jî çûn nav wê avahiya ku gule ji wê derê ve berdane baskê 3 yê PDKê. Me li kamerayên çavdêriyê nêrî, diyare ji wê avahiyê ve gule berdidin. Ji bo wê jî hêzên ewlehiyê dikarin ji bo lêkolînê ji wê avahiyê ve bizanin kesên gule davêjin kî ne û çawa hatine wê avahiyê.’’
Herwaha got: ‘’Me hest bi tevger û hatûçûneke neasayî kiribû, wekî ku tê zanîn heftiyek berî naha berpirsê baskê 22 yê PDKê li Kelarê bombe di otomobîla wî de teqandin. Em baş dizanin li Kerkûk û Germiyanê li dijî PDKê tevgerek dij heye.’’
Rudaw
