• Thursday, 12 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî ji bo tekoşîna hember madeyên hişber kar dikin

Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî ji bo tekoşîna hember madeyên hişber kar dikin

Hikumeta Herêma Kurdistanê û aliyên Navneteweyî ji bo tekoşîna heber madeyên hişber hevahengiyê dikin. Kanada jî bi pirojeyekê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê rûbirûyî metirsiya madeyên hişber dibe.

Rêkxistinkerê Raspardeyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî îro 25.07.2024 bi Nûnera Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Girêdayî Madeyên Hişber û Tawanan UNODC Christina Albertine û Berpirsê Ofîsa Iraqê ya UNODC Elî Berîr û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiya.

Li dû ragehandina Ofîsa Rêkxistinkerê Raspardeyên Navneteweyî, Dîndar Zêbarî di wê civînê de amaje da ku di çarçoveya hevahengiya li gel UNODCyê de, vekolîneke hûr bi navnîşanên Awayên birina madeyên hişber bi rêyên qaçax bi rêya Iraqê û Rojhilata Navîn kiriye.

Wê vekolînê bi hûrî bal kêşaye ser piroseya birina madeyên hişber bi rêyên qaçax û awayên rûbirûbûna wan, ev jî ji bo aliyên hikûmî di tekoşîna heber madeyên hişber de dibe zêdetir ronî û hêsankarî.

Dîndar Zêbarî di derheqa ragehandina pirojeya piştevaniya darayî ya Kanadayê de jî ragehand, “Aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêdivîtî bi alîkariyê heye, xasma di berhevkirina karmendên pişk û şarezahiyên cuda de, hebûna zêdetir hevahengiyê di navbera aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û aliyên peywendîdar de, dabînkirina padivîtiyên lojistî ji amûrên pêşkeftî yên pişkinînan, amûrên pizişkî, dîjîtalkirina datayan û bihêzkirina xalên pişkinînan bi dabînkirina teknolojiya pêşkeftî.”

Navbirî herwesa got, “Pirojeya piştevaniya darayî ya Kanadayî ji vî alî ve dê pêngaveke giring be, ji bo dabînkirina pêdivîtiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wan waran de yên ku amaje pê hatiye dan.”

Christina Albertine jî rêz ji bo bizavên Herêma Kurdistanê yên ji bo nehêlana madeyên hişber diyar kir û bizavên hikûmetê giring wesifandin.

Elî Berîr jî ragehand, “Me niha bi hevparî li gel Rêkxistina Tendirustiyê ya Cîhanî û aliyên peywendîdar ên Iraqê re dest bi pirojeyekî vekolînê kiriye, bi merema peydakirina baştirîn mîkanîzm ji bo rûbirûbûna madeyên hişber li Iraqê.”

Navbirî amaje jî da, “Bi bidawîhatina vê pirojeyê re, em dikarin di vî alî de pêngavên baştir û hûrtir li Herêma Kurdistanê û Iraqê biavêjin.”

 

 

Basnews

Top