• Thursday, 12 February 2026
logo

Esed êrîşî ser xaleke leşkerî ya Tirkiyeyê kir

Esed êrîşî ser xaleke leşkerî ya Tirkiyeyê kir

Heta niha Tirkiye ti daxuyanî nedaye.

Li gor jêderên çapemeniyê artêşa Sûriyeyê li Idlibê êrîşî ser xaleke çavdêriya leşkerî ya Tirkiyeyê kiriye û di encama êrîşê de kuştî û birîndarên artêşa Tirkiyeyê hene.

Jêderên herêmî û çapemeniya Sûrî behsa vê yekê kiriye ku, artêşa Sûriyeyê li navçeya Neyrab ya li Bakûrê Îdlibê êrîşî ser xaleke çavdêriya leşkerî ya Tirkiyeyê kiriye û di encam de çend leşker hatine kuştin û çend leşkerên din jî birîndar bûne.

Heta niha Tirkiye li ser vê êrîşê ti daxuyanî nedaye û hijmara kuştî û birîndaran jî nehatiye zanîn.

Top