Wezîrê Ewqaf: Pêkvejiyan û azadiya olî ya Herêma Kurdistanê ji aliyê civaka navnetewî ve bilind tê nirxandin
Wezîrê Ewqaf ê Herêma Kurdistanê li lûtkeya cîhanî ya azadiya olî li Tokyo ya Japonyayê ragehand: ‘’Cîhê serbilindiyê ye ji bo herêma me ku rol û pêgeha Herêma Kurdistanê di warê pêkvejiyana aştiyane û azadiya olî de li navçeyê ji aliyê civaka navnetewî ve bilind tê nirxandin û behsa wê tê kirin.
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî daxuyaniyek belav kir û ragehand, Wezîrê Ewqaf û Karûbarên olî yê Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq beşdarî li Lûtkeya cîhanî ya azadiya olî ya li Tokyo ya paytexta Japonyayê kiriye.
Herwaha hat ragehandin: ‘’Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî û şandeya li gel balkêşane ser mijara pêkvejiyana olî û netewî ya li Herêma Kurdistanê û rola mamosta û kesayetên olî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemwelatiyên Kurdistanê yên ji bo kûrkirina parastina wê pêkvejiyana ku heye ji bo amadebûyan behs kir.’’
Hat ragehandin: ‘’Li gel wê konferansê wezîrê Ewqafê Piştîwan Sadiq gelek hevdîtin li gel berpirs û kesayetên siyasî û olî û beşdarbûyên konferansê û rêxistinên cîhanî pêkanî.’’
Wezîrê Ewqaf ragehand: ‘’Cîhê serbilindiyê ye ji bo herêma me ku rol û pêgeha Herêma Kurdistanê di warê pêkvejiyana aştiyane û azadiya olî ya li navçeyê de ji aliyê civaka navnetewî de bilind tê nirxandin û behsa wê tê kirin.‘’
Basnews
